ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 9 Îlon 2019
  • Rojev
*Destana Mem û Zînê a ku civaka kurd di her alî de şîrove dike piştî  5 salan ji aliyê Şanoya Bajêr ve li Galeryayê hat pêşandan. Şano bi girseyek mezin hat pêşwazîkirin. BI DÎMEN
 
*Li navçeya Cizîrê di 4’ê Îlona 2015’an de qedexeya derketina derbe ya ewil hat îlankirin û di ser re 4 sal derbas bû. Şahidên wê demê anîn ziman ku ji wê rojê şûn de êş, dilşewatî û berxwedan paş ve maye û wiha gotin: “Cizîr bû şahidê gelek êşan û ev êş di nav dilê me de ne. Em ê tu carî wê demê ji bîr nekin û em ê tu carî nedin ji bîr kirin.” BI DÎMEN  
 
*Şîdeta li ser jinên her diçe zêde dibe û li Stewrê ya Mêrdînê di meha dawî de 4 jin bi awayekî bi guman ku wek ‘întîxar’ derbasî qeydan bû, jiyana xwe ji dest dan û yek jî bi birîndarî xilas bû. Hat hînbûn ku lêpirsînên mirinên bi guman jî sergirtî mane.
 
*Yek ji şaredariyên ku qeyûm lê hat tayînkirin a Mêrdînê bû. Ciwanên ku her roj di çalakiya rûniştinê de cih digirin wiha gotin: “Em ji bo pêşeroja xwe heta dawî wê li vir bin. Bila hikûmet dawî li diziya xwe bîne.”BI DÎMEN
 
*Parêzer Sevînç Hocaogullari da zanîn ku hikûmet der barê şîdeta li hemberî jinan de li şûna çareseriyên mayînde biafirîne, dîsa nîqaşên darvekirinê aniye rojevê û ev jî tê wateya ku tenê li dora pirsigirêkê vedigerin e û got: “Bi cezarkirineke derveyê mirovahiyê ya wek ‘darvekirinê’ , pisgirêkê ji navendîbûnê derxistin û neçareseriyê ferz dikin.” BI DÎMEN 
 
*Zeyno Bayramoglu ya HDP’î diyar kir ku partiya wan ji bo qeyûmên hatiye tayîn bike protesto bikin hatine cem hev lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û rastî pêkanînên ku wek îşkenceyê hatine û wiha got: “Em ê rêzdarî û berxwedanê nîşanî wan bidin.” Endama Partiyê Betol Koca jî bi lêv kir ku wê der barê pêkanînên wek îşkenceyê de serlêdana sûc bikin. BI DÎMEN