Jinan vê carê ji Nisêbînê bang kir: Hevserokatî xeta me ya mor e

  • 19:04 8 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser piyan" de li nisêbînê bi tevlibûna sedan jinan meş li dar xist. Di çalakiyê de jinan diyar kir ku ew ê ji bo pergala hevserokatiyê heta dawî têbikoşin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser piyan" li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê ji bo ku balê bikişîne ser qirkirina jinan meş li dar xist. Meşa ku ji navenda mêrdînê û bajarên derdorê yên wekî Amed, Sêrt, Êlih û Şirnaxê gelek jin tevli bûn parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP Dersim Dag, Meral Daniş Beştaş, Ebru Gunay, Pero Dunder, Remziyê Tosun, Huda Kaya û Zuleyha Gulum jî piştgirî danê. 
 
Pankarta hevserokatî xeta mor e hat desteserkirin
 
Jinên ku li avahiya HDP - DBP'ê hatin gel hev, bi nepoxên mor û spî yên di destê xwe de bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest bi meşê kirin. Jinên ku kortej çêkirin pankartên bi nivîsa "Kuştina jinan polîtîk e", "Ez naxwazim bimirim" û "Jin jiyan azadî" hilgirtin. Pankarta bi nivîsa "Hevserokatî xeta me ya mor e"  ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. 
 
Bi sendan jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî meşiyan"
 
Jin ji ber avahiya partiyê heta Parka Aştiyê ya li navçeyê  bi dirûşmên "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin", "Jin jiyan azadî" meşiyan. Jinên ku meşiyan ji welatiyên derodorê jî piştgirî girtin û dorpêça polsan jî bala her kesî kişand. 
 
'Em ji Qeyûman re bibêjin memûr?'
 
Li Parka Aştiyê li ser navê jiann Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: " Hikûmeta AKP'ê lîstikek mezin dilîze.  Dibêje nebêjin qeyûm. Em nebêjin qeyûm em ê çi bibêjin. Lê Amedê we ji sedî 63 winda kir û hûn nehatin hilbijartin. Herkes vê dizane. Em ji qeyûm re bibêjin memûr gelo."
 
'Ji bo pergala hevserokatiyê divê hem jin têbikoşihn'
 
Meral herî dwî bal kişand ser êrîşên li dijî pergala hevserokatiyê û wiha got: "Perala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em partiyeke ku bi wayê wekhev siyasetê dikin e.  Me li şaredariyan hev şaredar namzed nîşan dan û me dengên zêde girtin. Hevserokatî bi salane li vê derê pir xweş tê meşandin. Çima naxwazin, ji ber ku ji jinan ditirsin.  Dixwazin têkoşîna jinê û destkeftiyên xwê tune bikin. Em destûrê nadin ku destkeftiyên me desteser bikin." 
 
Meş bi dirûşim û çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû.