Piştî Mêrdînê li Şirnexê jî biryara komkirina belavokan
- 16:30 8 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, piştî Mêrdînê bi heman armancê biryar da ku belavokên derbarê qeyûm de li navend û navçeyên Şirnexê bên komkirin.
2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê derbarê belavokên li dijî qeyûman ên li avahiya HDP'ê ya Şirnex û navçeyên wê biryara komkurinê da. Belavokên bi nivîsên "Qeyûm darbe ye","Em li dijî darbeyê li berxwe didin","Ez nahêlim hûn îradeya min biçewisînin, ez darbeya we nas nakim" piştî biryara hat dayîn dest pê kirin ku belavokan top bikin.
Polîsên ku çûn avahiyên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, biryara ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye amadakirin nîşan didin û belavokan kom dikin.