Li Wanê çalakî didome: Em ê her derê bikin qada berxwedanê

  • 16:17 8 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Çalakiya rûniştinê di roja 21’emîn de tevî hemû astengiyan didome. Di destpêka çalakiyê de parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz Kaya axivî. Dilşad diyar kir ku ew ê li her deran û qadan berxwedanê bilind bikin. 
 
Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a  li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja xwe ya 21’emîn de  berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan,Murat Sarisaç,Ayşe Surucu, Dilşad Canbaz Kaya, Murat Çepni, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci, rêvebirên navçeyê û bajarêr ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê  beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya şermezarkirina qeyûman a li ber avahiya navçeya Rêya Armûşê de pankartên "Hevserokatî pergala me ya azadiyê ye, kes nikare xesp bike hat hilgirtin” 
 
‘Em ê heta dawî pergala hevserokatiyê pêk bînin’
 
Çalakî bi axaftina parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz Kaya hat destpêkirin. Dilşadê bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha axivî;” Em 21 rojin li dijî qeyûman li kolanan li berxwe didîn. Li dijî qeyûman, li dijî xespan û li dijî bêhiquqiyê em li qadan tedikoşîn. Bi derew û talanan hîna nikarin tayinkirina qeyûman ji gel re vebêjin. Niha 3 bajarên me yên mezin Amed,Mêrdîn û Wan ji aliyê qeyûman ve hatine dagirkirin û xespkirin. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin tirsê li hemû deverên Tirkiyeyê belav bikin. Em jin vê bêmafiyê qebûl nakîn û em dibêjîn” hevserokatî xeta me ya mor e” Hevserokatî bi ked û xebatên mezin hatiye avakirin û em ê  vê pergalê heta dawiyê pêk bînin.”
 
‘Hêstên dayîkan îstîsmar dikin’
 
Dilşadê bal kişand ser  polîtîkayên hikûmetê yên li dijî dayikên kurd û wiha pê de çû;” Li Amedê li ber avahiya me bi destê hikûmetê ji aliyê dayikan ve çalakiya rûniştinê hatiye destpêkirin. Hikûmet dixwaze bi van polîtîkayan hêstên dayikan îstîsmar bike. Bi hezaran dayikên me li kolanan ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin. Çima hikûmetê ji bo wan heman piştgirî nîşan neda. Çima ji bo dayika Taybet  û çima piştgirî nedan  dayîka Berkîn Elvan? Divê hikumet êdî li ser dayikên me polîyîksyên witêj pêk nînr. Êşa hemû dayîkan eşa HDP’ê ye. Em ê li her qadan dengê xwe bilind bikîn. Em ê bi tekoşîneke hevpar dengê xwe bilind bikîn. Bila baş bê zanîn ku ew mevziyên me qezenc kirîn em ê tu car  bernedîn. Heta ku em şaredariyên ku hatine xespkirin hildidîn, em ê li her deran berxwedana xwe mezin bikîn. Em jin careke din dibêjin wê faşîzm wenda bike, berxwedan bi ser keve.” 
 
‘Gel hilbijartin û gel dikare wan dûr bixwe’
 
Piştî Dilşadê li ser navê Platforma Komeleya  Başurê Rojhilat Abdulhakîm Daş axivî. Abdulhakîm ji bi lêv kir ku tayinkirina qeyûman nehiquqîye û wiha got:” Tayînkirina qeyûman li gorî makeqanûna Tirkiyeyê ne hiquqî ye. Ji ber ku bingehê tayînkirina qeyûman hiquqî nine, cihê vê di demokrasiyê de tune ye. Welatên ku bi demokrasiyê tên rêvebirin pêwîste, hilbijêran esas bigire û ew kesên ku hatine hilbijêrîn bi hilbijartinê biçin. Lê mixabin li Tirkiyeyê demokrasî esas nehatiye girtin. Em bang li tevahî siyasetmenderên Tirkiyeyê dikin ku li Tirkiyeyê pirsgirîkek heye û divê ev pirsgirîk bê çareserkirin. Ev pirsgirêk ji pirsgirîka kurd e. Ji bo ku ev bê çareserkirin bi awayeke demokratîk û rêbazên muzakereyan divê tevger bê kirin. Em desteserkirina şaredariyan şermezar dikîn û dibêjin bi van polîtîkayan hûn pirsgirîkan kur dikin. Gel ew hilbijartine û encax gel dikare wan ji şaredariyê dur bike.” 
 
‘Bi reya qeyûman îradeya gelan desteserkirine’
 
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Ekrem Baran axivî. Ekrem jî tayinkirina qeyûman şermezar kir û wiha got:” Wekî hemû gelên li cîhan mafê herkesî heye ku adîl û demokratîk bijî. Îro li Rojhilata Navîn gelek netew  herkes bi deng û rengê xwe  dixwaze bijî. Di îslama rast de ji tu cudahî di navbera netew û mirovan de tune ye. Em bawer în ku gelên  li Tirkiyeyê dijin jiyaneke hevpar bi hev re bijin. Pêdivî pê heye ku ji hev re rêz û hurmetê bigirin û kesên ku hatine hilbijartin encax bi hilbijartinê biçin. Ger ku aşitî pêk neyê û hezkirin pêş nekeve  em dizanîn aboriya Tirkiyeyê wê zêdetir ber bi aloziyê ve biçe. Ji ber wê pêwîst e li Tirkiyeyê aşitî esas bê girtin. Bi reya qeyûman îradeya gelan desteserkirin ne çareserî ye. Em bang li hikûmetê dikîn ku aşitîyê esas bigire.”
 
Piştî axaftinan girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê bi klam û dirûşmên” Wan ya me ye”,”Qeyûm dê here gel dê were” bi dawî bû.