Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê di roja 8'an de ye

  • 14:25 8 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya dayikên aştiyê ya ji bo bidawîkirina ambargoya li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a li ber asayîşa PDK'ê di roja 8'an de didome. 
 
Piştî ku Berpirsyarê MÎT'ê yê Başûr Osman Kose di 17'ê Tîrmehê de li Hewlêrê hate kuştin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ambargo dam, ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ev ambargo berdewam dike. 
 
Li Mexmûrê ji ber ambargoyê di serî de peydakirina dermanan di gelek mijaran de zehmetiyên mezin rû dan. Ji bo bidawîkirina ambargoyê gelek hewldan hatin kirin. Şênî û rêveberên wargehê ji bo hînbûna sedema ambargoyê serî li gelek deveran dan. Lê belê hewldanên wan heta niha bêencam man. Komek ji Dayikên Aştiyê beriya 8 rojan ji bo bi PDK û hin saziyan re der barê ambargoyê de hevdîtinê bikin xwestin biçin Hewlêrê. Lê belê li pêşiya Asayîşa PDK'ê dayikên aştiyê hatin rawestandin. Dayikên Aştiyê yên ji aliyê asayîşê ve hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê jî di roja 8'an de ye.
 
Dayikên Aştiyê 8 roj in li pêşiya asayîşa PDK'ê li ser kartonan radizên û berxwedana xwe didomînin.