Li herêma qedexwe şewat: Gundî hatin gulebarankirin
- 13:15 8 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê li 4 taxên Nisêbîn û Mahsertê yên bejahî qedexe îlank. Piştî qedexweyê li herêmê şewat derket. Hat aşkerakirin ku gundiyên xwestine biçin şewatê vemirînin bi helîkopteran hatine gulebarankirin.
Walîtiya Mêrdînê piştî Mudurê POH'ê Tufan Kansuva hat kuştin duh li 4 taxên bejahî yên Nisêbîn û Mahsertê yên Mêrdînê qedexwe îlan kiribû. Li txên ku li Mahsertê ne piştî qedexeya hat îlankirin di çarçoveya operasyona hat kirin de gelek helîkopter û leşker sewkî herêmê hatin kirin.
Gundî hatin gulebarankirin
Hat aşkerakirin ku şewata li cihên hat qedexekirin yên Nisêbîn û Mahsertê dest pê kir ber bi gundên derdorê de belav dibe. Gundiyên ku xwestin şewatê vemirînin jî hat îdakirin ku bi helîkopteran hatin gulebarankirin. Gundiyên ku me bi wan re têkilî danî wiha gotin:"Em li vir dimirin. Şewat heta gundan belav bûye. Dema ku em diçin şewata belav bûye vemirînin leşker ji helîkopteran me gulebaran dikin. Ji ber ku qedexe ye em nikarin derkevin derve û em dixeterê de ne."
Hat ragihandin ku şewata belav bûye berdewam dike.