Li Ewropayê dengê jinên kurd ê 'Tu jî rabe ser piyan' bilind bû
- 11:06 8 Îlon 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya hemleya TJK - E'yê ya bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" jinên kurd û dostên wan daketin qadan.
Di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK -E) de hemleya bi dirûşma "Ji bo azadî û g uhertinê tu jî rabe ser piyan" hatibû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jinên kurd û dostên wan bi hev re daketin qadan, tundiya li ser jinên, mîlîtarîzm, dagirkerî û qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin şermezar kirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Îtalya Torînoyê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd meş hatin kirin û mîlîtarîzm û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Fransa
Li paytexta Fransa Parîsê, Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê tevlî meşê bûn. Meşê ji meydana Repûblîqûe dest pê kir û heta meydana Bastîlle dewam kir.
Tevî pankart û flamayên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), flamayên TJK-F, KSB û pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê hatin hildan. Di meşê de polîtîkayên dijminatiya li jinê û qeyûm ên rejîma AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin. Jinan pankartên li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer hildan. Balkêş bû ku gelek jin û zarok tevlî meşê bûn.
Li meydana Bastîlleyê piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê SKB'ê Esra Asiye Guden axivî û belavoka Platforma Demokrasiyê ya Parîsê û peyama TJK-E'yê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî li qada Grand Theatre bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd desteserkirina şaredariyan hat şermezarkirin.
Elmanya
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê di çarçoveya kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" meş û mîtîngek pêk hat. Meşê Şemiyê saet 14:30'î bi pêşengiya YJK û Jin ên Nû li ber gara trenê dest pê kir.
Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê yên HDP'î hate şermezarkirin. Meş li meydana Romerê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Koln û derdorî wê dijîn meşek ji saet 13:00’an ji pêşiya Katedrala Dom destpê kir û heta Rûdolfê berdewam kir.
Îtalya
Li bajarê Torîno yê îtalyayê, dagirkerî, bomberdûman û darbeya qeyûm a dewleta tirk hatin şermezarkirin.
Çalakiyê li meydana Pîazza Castello dest pê kir û Kurd tevî dostên xwe tevlî bûn.