HDP'yiyên li dijî qeyûm belavok belav kirin hatin binçavkirin

  • 09:42 8 Îlon 2019
  • Rojane
ENQERE - Endamên Rêxistina HDP'ê yên navçeya Mamakê, dema ku li dijî qeyûmên hatin tayînkirin belavok belav kirin hatin binçavkirin. 
 
Endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mamaka Enqereyê li dijî qeyûmên ku tayînî Şardariya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê hatin kirin belavok belav kirin. 8 hedepeyiyên ku li taxên Mamakê belavok belav kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
HPD'yiyên hatin binçavkirin û birin Navenda Polîsan a Yavuz Sultan Selîm belavokên wan hatin desteserkirin. Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Mamakê Nasîhat Varli, Dîlan Karaer, Adem Bucagi, Huseyîn Çelîk, Celal Ataş, Muhamet Batur, Ercan Ozbay û Kazim Coşkun.