Parêzer Zekiye Karaca Boz: Daraz êrîşkaran ceza nake xelat dike

  • 09:01 8 Îlon 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parêzer Zekiye Karaca Boz diyar kir ku sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê ya li Tirkiye û hemû cîhanê ev e ku desthilatdarî totalîter bûne û dixwaze hemû hêzê bi xwe re kom bike û bêcezabûna darazê jî bûye wek polîtîkayekê, yên şîdetê pêk tînin xelat dike.
 
Li gorî Platfroma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Tebaxê de 50 jin hatine qetilkirin. Her wiha kujerên jinan jî bi polîtîkayên bêcezabûnê tên berdan an jî cezayekê kêm digirin. 
 
Parêzera Weqfa Piştevaniya Jinan Zekiye Karaca Boz, der barê kuştinên jinan, polîtîkayên hikûmetê û polîtîka bêcezakirina darazê de axivî.
 
*Şîdeta li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyên KCDP’ê di meha Tebaxê de 50 jin hatine qetilkirin. Ev tablo çi nîşanî we dide?
 
Ne tenê kuştina jinan, her cureyê şîdeta li ser jinan ji ber zayendî, derûnî û aboriyê tê. Em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in. Di esasê de hîmê şîdeta li ser jinan polîtîk e. Zêdebûna kuştinên jinan ji tûndbûna polîtîkayan pêk tê. Destilatdariyên faşîst û dîktatoryal, desthilatdariya xwe li ser yekîneya herî biçûk a civakê yanî malbatê ava dikin. Desthilatdariya nav malbatê jî bi mêran pêk tîne. Ji ber vê jî sedema zêdebûna êrîşa li ser jinan, ji ber totalîterbûna desthilatdariyê û komkirina hemû hêzê pêk tê. 
 
*Para polîtîkayên hikûmetê ya di şîdetê de çi ye? An jî polîtîkayeke hikûmetê ya di nokteya şîdeta li ser jinê de heye?
 
Heye çawa tune ye. Tiştê em jê re dibêjin ‘kuştinên jinan polîtîk in’ jî ev e. Dixwazin jinan hepsê malê bikin. Ji bo jinê zêdetir hepsê malê bikin, sererastkirinên qanûnî dikin û sererastkirinên qanûnî yên heyî bê bandor dihêlin. Bêcezakirin, anîne rewşa polîtîkayê û yên jinan dikujin û şîdetê pêk tînin xelat dikin.Yanî diparêzin.
 
*Li aliyekê kuştinên jinan di rojevê de ye li aliyê din jî êrîşên li hember Qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê di rojevê de ye. Ev bandorê çawa li pêvajoyê dike?
 
Yên dibêjin em mexdurên nefeqeyê ne peyama ku dixwazin bide ev e: ‘Jin çend salan zewicandî dimînin û vediqetin piştre jî bi salan ji mêran nefeqeyê digirin’. Lê nefeqeya îştîraqê ji bo zarok tê dayîn. Niha komeke bi navê ‘mexdûrên nefeqeya îştîraqê’ ava kirine. Em niha xebatekê dimeşînin. Komên der barê nefeqeyê de hatine avakirin xebatên îstatîstika cidî dikin. Em parêzerên Weqfa Piştevaniya Jinan daneyek hevpar ava dikin. Di dosyayên em lêkolîn dikin rewşên bi rastî bi xof hene. Nefeqeyên 200-300 lîra hene lê jin nikarin wan jî bigirin. Mêr ji bo nedin her tiştî dikin. Ger polîtîkayek civakî ya rast hebe, dewletek civakî ya rast hebe ev rewş wisa nabe. Lê hikûmet di vê mijarê de tiştekî nake.
 
*Hikûmet di şîdeta li ser jinan û îstîsmarên zarokan de nîqaşên darvekirinê her carê didin ber me. Li gorî we darvekirin çareserî ye? Bi vê gotinê çi hedef dikin?
 
Em tu car darvekirinê naparêzin. Bi salan ji bo rakirina darvekirinê me têkoşîn da. Ji ber vê tu kes piştgiriyê nade darvekirinê. Em naxwazin şûnde bê. Em li dijî vê teşeyê ceza ne. Ew jî dizanin ku darvekirin ne çareserî ye. Di esasê de qanûnên heyî pêk bên ji xwe hewce bi tiştekî namîne. Divê pergala cezakirinê bê rûniştin. Pergala darazê pir qels e. 
 
Divê nêrîna dozger û dadgeran biguhere. Yên qanûnan pêk tînin divê armanca çêbûna qanûnan dubare fêr bibin. Di esasê de dizanin lê pêk naynin. Ger qanûnên heyî pêk bên, ceza bê dayîn ji rewşa baş ceza neyê daxistin an jî berdan, wê bi bandor be.
 
*Di biryarên darazê de bandora konjoktora siyasî heye? An jî helwesta serdest a mêr a darazê bandorê çawa li biryaran dikin?
 
Bêguman bi konjoktora siyasî ve girêdayî ye. Zîhniyeta serdest a mêr jî girêdayî wê konjoktorê ava dibe. Piştî guherîna Destûra Bingehîn ya nû şûnde hem dozger hem dadger ji aliyê desthilatdariyê ve hat tayînkirin. Ji ber vê jî kesên ji heman zîhniyetê di mekanîzmaya biryara darazê de cih digirin. Polîtîkaya hikûmetê jî, wek polîtîkayên muhafazakar a ku hikûmet ava dike û pêk tîne, derdikeve pêşberî me. Mînak AKP’ê di salên ewil de Yekitiya Ewropayê hedef dikir. An jî wisa nîşan didan. Peymana Stenbolê îmze kirin. Ev jî ji bo hewesa YE’yê hat kirin. Me wê demê di biryaran de zimanekî azadîxwaz didît. Lê di nav demê de polîtîkayên hikûmetê û muhafazakarî tund bû.
 
*Li dijî van êrîşan îtîrazên jinan jî bilind bû û berdewam dike. Hewl tê dayîn destkeftiyên jinan yên bi salan bên xespkirin. Hûn dixwazin çi der barê vê de bêjin?
 
Li Tirkiyeyê tevgera herî bi bandor û xurt tevgera jinê ye. Di dema desthilatdariyeke wisa çavsor de jî jinan têkoşîna xwe meşand. Em tu kes ji vê şîdetê azade nîn in. Mêrên di televîzyonan de der barê jiyana jinan de diaxivin talîmatan didin li mala xwe ji tu mêrî ne cuda ne. Ji ber vê têkoşîna jinan tu car şûnde nakeve. Ji bo parastina destkeftiyan her tim têkoşînek heye. 
 
*Zimanê çapemeniyê û nûçeyên tên dayîn bandora wan a li ser şîdet û kuştinên jinan çawa ye?
 
Bêguman divê em cureyên çapemeniyê cuda binirxînin. Çapemeniya hewzê ji bo destekeftiyên jinan tune bibe şer daye destpêkirin. Zimanekî wan yê bi xof heye. Dema nûçeyên êrîşa zayendî didin bi zimanê ‘tecawizkarê wê’ didin. Weke ku bandora jinê heye û çalakiya jinê ye nîşan didin. Hîna jî di ferqa vê de nîn in. Wêne û navê jinê hîna jî aşkera didin. Wêneyê mêr reş dikin, tenê tîpên ser nav û paşnav didin. Lê wêneyê jina rastî şîdetê tê hemûyî nîşan didin. Ji ber vê ez nafikirim ku çapemenî di vî alî de bi ser ketiye. Dayîna nûçe, wêneyan bi rastî zirarê dide têkoşînê û ji bo jinan sedema xerabûna moral e.