ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2019'AN

  • 09:00 8 Îlon 2019
  • Rojev
* Parêzer Zekiye Karaca Boz diyar kir ku sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê ya li Tirkiye û hemû cîhanê ev e ku desthilatdarî totalîter bûne û dixwaze hemû hêzê bi xwe re kom bike û bêcezabûna darazê jî bûye wek polîtîkayekê, yên şîdetê pêk tînin xelat dike.
 
*Rêvebira Dibistanên Bajarê Qamişloyê Dîlber Omer, derbarê sala nû ya perwerdeyê de diyar kir ku sala nû bi amedekarî û sererastkirinê dest pê dike û got: "Tevlîbûnek xurt û bi nirx ji aliyê xwendekar, mamoste û malbatan heye, baweriya me bi serkeftina wan jî mezine. Em bawer in dê sala nû ya perwerdeyê bêtir serkeftî be." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê H.M. ya bûye şahida zindî ya zilma DAÎŞ'ê diyar kir ku jinan gelek zehmetî ji destên DAÎŞ'ê kişandin û wiha got:" Zilma ku çeteyên  DAIŞ'ê li mirovan dikir dîrok li hemberî wê bê ziman dimîne û nikare şîrove bike. Ez wan rojên bi êş ji bîr nakim. Zilma DAÎŞ'ê pir dijwar bû." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Rûsipiyên Eşîrên Ereban ên ku tevlî hevdîtinên  jinên rêveberiyên  rûsipiyên eşîran ên li herêmên rizgarkirî bûne , derbarê tevlîbûna jinan de  nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Hevdîtinên me yekbûna jina ereb û hêza wê ya hevbeş derxist holê û erk û misyona jina ereb di nava civaka Sûriyeyê de mayinde dike." DÎMEN HEYE
 
*Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin bertek zêdebûn. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Hatîce Aslan, da zanîn ku tayînkirina qeyûman tê wateya darbeyê. DÎMEN HEYE
 
*Hemleya Kongreya Star a bi dirûşma "Ax û  rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê  têk bibe" bi çalakiyên cur be cur berdewam dike. Di pilansaziya meha îlonê de wê cûdabûn û rengekî nû yên çalakiyan dest pê bike.Têkildarî mijarê Endama  Koordinasyona Kongreya Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo derbarê qonaxa duyem a vê hemleyê de axivî û  got: "Em ê li dijî êrîşan her di nava hewldanê de bin û xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi rêbazên ‘qirêj’ desthilatdariyê didomîne û got li dijî qeyûman ji bajarên rojava divê zêdetir deng derkeve û wiha got: “Ciwan êdî bi propaganda derew ya ‘welat, milet, Sakarya û beka’ bawer nabin.” BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê her sal bi sedhezaran karkerên çandiniyê yên demsalî, piştî rêwitiyeke bi xeter şûnde digihêjin cihê xebata xwe. Karkerên di şert û mercên derveyê mirovahiyê tên xebitandin û di konan de dijîn, ligel vê rastî êrîşên
nîjadperest jî tên. Songul Turnççelîk û malbata wê ku 20 sal e karkeriya çandiniyê dikin îsal li Sakaryayê findiqan kom dikin.
 
*6 jinên kedkarên malê ku bi markaya ‘KarSbel’ hingiv, to, penîrê kaşar û dimsê hildiberînin, di salona taştê ya şaredariyê vekiriye de dixebitin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku wê berdewama îstîhdama jinê bê. BI DÎMEN