Jin ji bo pirsgirêkên penaberiyê li hev civiyan

  • 17:12 7 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRSÎN - HDP û Tevgera Jinên Azad li Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên penaberên jin bi navê "Jin û Penaberî" panelek li dar xistin û bal kişandin ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî penaberiyê. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka penaberan bi navê "Jin û Penaberî" panelek li Navenda Çanda Kongreyê ya Ataturkê li dar xistin. Aktîvîstên TJA'yê, hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Turak, Serokê Baskê Jinan a CHP'a Mêrsînê Pakize Esen, Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), endamên Platforma Jinan a Mêrsînê, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), nûnerên saziyên sivîl û endamên HDP'ê tevlî panelê bûn. Moderatoruya panelê ji hêla hevşaredara berê ya şaredariya Akdenizê Yuksel Mutlu û Gulcihan Şîmşek ve hat kirin. Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan di panelê de qala tecrûbeyên rêveberiyên herêmî kir û akademîsyen Bedîz Yilmaz jî qala xizanî û kedxariyê kir. 
 
'68 mîlyon kes koçber in' 
 
Ayşe, destnîşan kir ku li gorî rapora Neteweyên Yekbûyê (NY) 68 mîlyon kes bi zorê hatine koçberkirin û wiha got: "Di nav kesên ku bi zorê hatine koçberkirin de ji sedî 70 jin û zarok hene. Ligel dijminatiyê li hemberî penaberan êrîşên nîjadî jî pêk tên. Her wiha bi pirsgirêkên wekî aborî, sitirîn û kar dîtin re rûbirû dimînin. Herî zêde jin bi pirsgirêkên penaberiyê re rûbirû dimînin."
 
'Pirsgirêka penaberî û jinê cuda bigirin dest' 
 
Bedîz, di panelê de qala kurd û penaberiyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê pirsgirêka penaberbûna kurdan bê nîqaşkirin û bê çareserkirin. Pirsgirêka herî sereke ya penaberan bi cihneanîna peymana ne. Divê di pirsgirêka penaberiyê de mijara jinê cuda bê destgirtin."
 
Hêviya penaber tevlî panelê bû û qaya pirsgirêkên penaberan kir û wiha got: "Nasnameya jinbûyîn, kurdbûyîn bi serê xwe bi pirsgirêk e. Ev nasname bi rengê cuda rastî pirsgirêkan tên."
 
Penaberî û çapemenî...
 
Li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Gulîstan Azad di panelê de axivî û bal kişand ser mijara penaberî û nêzîkatiya çapemeniyê. Gulîstan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên li hemberî penaberan ji bo çapemeniya alîgir a îktîdarê ne nûçe ne. Lê çapemeniya azad wekî her car dibe dengê jinan, dengê kesên din û penaberan. Em ê erka xwe bînin cih û rojnamegeriya xwe ya azad û derxistina rastiyan bidomînin. Em ji siyasetmedar, saziyên sivîl û partiyên siyasî re bang kirin ku bila derbarê mijara penaberan de bi hestiyar bin û bikevin nava hewldanan."