Xizmên Windayan: Li pêş avahiya HDP'ê lîstikek qirêj pêk tê

  • 15:56 7 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan çalakiya xwe ya heftanê li Amed û Êlihê li dar xistin û gotin: "Êşa tu dayikan ji ya din zêdetir nîne û êşên wan wek hevin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye.'
 
Xizmên Windayan li Amed û Elihê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe li dar xistin û aqûbeta windayan hat pirsîn.  Di çalakiyan de qedeyên ku li hemberî Qada Galatasarayê û parka Koşuyoluyê hat şermezar kirin û hat gotin ku dê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. 
 
Çalakiya Xizmên Windayan di hefteya 552'yemîn de, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk hat û mîna her heftê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan hildan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Malbatên ku di Çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dan, Bavê Alî Îsmaî Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, dayik û bavê Berkîn Elvan Gulsum û Samî Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, Dayika Medenî Yildirim ê ku protesto kirina qelekolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, Parlementerên HDP'ê, endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan tevlî çalakiya wê heftê bûn. 
 
'Çalakiyên me bi awayekî kêyfî tên qedexekirin'
 
Di çalakiyê de Sekretera Giştî ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer axivî û wiha got: "Ji ber deng derxistina dayikên ku zarokên xwe winda kirî tenê faîl aciz bûne. Ev demekî dirêje li Stenbol û Amedê çalakiya me bi awayekî kêfî, derveyî hiqûqê hat qedexe kirin. Li Stenbolê Qada Galatasarayê, li Amedê hemû qadên vekirî hatin qedexe kirin. Ev tena serê xwe nîşan dide bi çi awayî nêzîk dibin û hiqûq çawa hatiye asteke kêfî. Em vê qedexê nas nakin. Dayik îro li pey şopa zarokên xwe ne. Bi salane çalakiya Dayikên Şemiyê ya meşrû tê qedexe kirin lê li ser êşa hin dayikên din yên li pêş avahiya HDP'ê lîstikek tê lîstin. Çalakiya hin dayikan tê qedexe kirin, piştevaniya hin dayikên din tê kirin. Ev lîstikeke qirêj e, bi tahlukeye û du standartdiye."
 
'Li hemberî daxwaza malbatan çima ev bêdengî'
 
Bavê Berkîn Elvan di çalakiyê de da zanîn ku ji ber ku ew êşên xwe parve bikin li vê derê ne û ev tişt gotin: "Em bang li kesên ku vî welatî rêvedibin dikin, hestiyên van malbatan li ku ne hûn çima nadin. Çima li hemberî lêgerîna wan a mafdar derdikevin. Ev wehşeteke çawa ye. Li hemberî daxwaza malbatan çima ev bêdengî. Dibe ku wek malbat em êşan dikişînin lê em ê êşên xwe biavêjin hûndirê xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
Dûre Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan jî pişt re çîroka Mehmet Tevfîk Sîncar ê di 7'ê tîrmeha 1994'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û pişt re serê sibê li baxçeyê mala wan cenazê wî hat dîtin xwend. 
 
Li Êlihê jî daxwaza edaletê hat kirin
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe ya heftane ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 458'emîn de li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, parazvanên mafên Mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de, Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê Metîn Ozdemîr ên di encama êrîşa bi çek de, li Kolana Elma ya Êlihê di 4’ê îlona sala 1993’yan de hatin kuştin, hatin bibîranîn.  
 
Daxuyaniya vê heftê birayê Metîn Ozdemîr Azîz Ozdemîr axivî û wiha got: “Di bin çavande windakirin û sûcên înfazê yên bêdaraz, ji ber ku bê ceza dimînin, rastî dernakevin holê. Em ê hewl dana xwe ya vê  rastiyê derbixin holê bidomînin. Em dixwazin bêcezatî bi dawî bibe.”