KCD: Li dijî lîstikên li ser HDP'ê tê lîstin em bibin yek

  • 13:14 7 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD), li dijî provokasyonên AKP-MHP'ê bang li hemû hêzên demoratîk kir ku hişyar tev bigerin û got: "Divê hemû hêzên demokratîk li dijî Provokasyonên ku AKP-MHP dixwaze bi pêş bixe hişyar bin û wan vala derxîn." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî lîstik û provokasyonên dawî daxuyanî da. KCD'ê anî ziman ku piştî hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya di 31’ê Adarê de pêk hat, gelê Kurd li hemberî darbeya-qeyûm ku bi awayekî bêhiqûqî li dijî vîna gel a hilbijartî pêk hat nerazîbûnek tund nişan da û diyar kir ku ew dê nehêle kes dest vîna gel bide û vê yekî bi biryardarî danî holê. KCD'ê, da zanîn ku  encamên hilbijartina 31’ê Adarê û hilbijartina 23 Hezîranê ku li Stenbolê hat nûkirin darbeyek mezin li tifaqa AKP-MHP xist û serkeftinek mezin hat bidesxistin û wiha got: "Ji bo bidestxistina vê serkeftinê, rola gelê Kurd a diyarker û girîng derket holê. Di serî de li hemberî deskeftina mezin ya gelê Kurd,  hêzên demokrasîparêz û mûxalîf, faşîzma AKP-MHP ket nava qurfê (panik) û ji bo temenê xwe yê bidawî bû ye dirêj bike, ji bo hedefê û rojevê biguherîne ket nava lîstikên qirêj û provakasyonan.
 
Dide nişandan ku, piştî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên Bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, hewlên dagirkirina Rojava û herî dawî jî bi organizasyona MÎT û Hêzên Ewlekariyê, di ser komkirina hindek malbatan a li ber avahiya HDP’ê ya Amedê, li hemberî HDP’ê û hêzên mûxalîf ên demokratik, gav bi gav plan û provakasyona mezin a bi pergal dikeve meriyetê. Ji ber Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu fikrên xwe yên demokratik aşkere kir, bi hesabê tolhildanê cezayê 10 salan dan wê û dîsa gote got û hewla ku dê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê kirin jî perçeyek vê provakasyona bi pergale." 
 
KCD'ê bal kişand biryara der barê brêz Canan Kaftancioglu de û wiha lê zêde kir: "Em biryara der barê brêz Canan Kaftancioglu de hatiye dayîn, protesto dikin û diyar dikin ku emê di şexsê Kaftancioglu de cihê xwe ligel hêzên demokratik bigirin û di nava piştevaniya mezin de bin. Ligel ev geşedanên ku di nav hev û girêdayî hev in de; Bi komkirina malbatên li ber avahiya HDP’ê û nîşandayîna HDP’ê ku wekî ew muxatap e bi temamî provakasyona tifaqa AKP-MHP ya bi zanistî û hatiye plankirî ye.  Ji ber vê yekî em bang li malbatên ku li ber avahiya HDP’ê kombûne dikin û em dixwazin bi awayekî hestiyarî tevbigerin ku muxatabê esil AKP’ye û em banga çareserkirina pirsgirêkê dikin.Divê malbatên ku li ber avahiya HDP’ê rûniştine bizanibin ku ev hewldan bi rêya çapemeniya alîgirê faşîzma AKP-MHP’ê, operasyona avakirina feraseta qirêj a li hemberî HDP’ê ye, amadekirina bingeha girtina HDP’ê û cezakirina gelê Kurd e û divê tevahî malbat nebin amûrê vê lîstikê. 
  
KCD'ê, têkildarî êrîşên li djî HDP'ê jî rawestiya û wiha pêde çû: "Divê em bizanibin ku HDP, ji bo pirsgirêkên ku ev malbat tînin ziman bên çareserkirin, êşên li vî welatî tên jiyin, hêstirên tên barîn, xwîna mirovên tê rijandin û ev şerê qirêj bidawî bibe û ji bo bi awayekî azad û demokratik li vî welatî bijîn têdikoşin. Ji ber vê sedema ku, hin dijminên Kurdan dixwazin êş, hest û pirsgirêkên van malbatan îstîsmar bikin hene û em dixwazin ev yek bê zanîn ku dîsa tê xwestin ku ev pirsgirêk ji bo amadekirina provakasyonên hîn mezin çêbibin tê bikaranîn. Ji ber van sedeman em bang li malbatan dikin ku dev ji vê helwesta xwe berdin." 
  
KCD'ê herî dawî bang li hemû hêzên demokratîk û gel kir ku hestiyar tev bigerin û wiha bi dawî kir: "Dîsa em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî vê rewşê bi awayekî hestiyar tevbigerin û provakasyonên ku AKP-MHP dixwaze bi pêşxe vala derxîne.Dîroka me ya têkoşînê bi dehan caran nîşan da ye ku, dê têkoşîna me nekarîbe bê tepisandin, provakasyona faşîzma AKP-MHP’ê ku berê jî hatiye ceribandin bi sernekeve û vîna gele me dê neyê xespkirin. Em bang li hemû gelên Tirkiye’yê, hêzên demokratîk û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî, provakasyonên ku li dijî partiya HDP’ê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiye’yê rola herî çalak û mifteyê dilîze tê pêşxistin bi hestiyarî tevbigerin û di nava piştevaniyê de bin."