Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê di roja 4’an de dewam dike

  • 10:00 4 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 4 roj li pey xwe hiştin. Dayik diyar kirin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn wê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 49 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Mexmûr berdewam dike. Dayikên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin.
 
Ev 4 roj in Dayikên Aştiyê li ber seytereyê di nav çalakiyê de nin. Dayikên Aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin û wê çalakiya xwe  berdewam bikin. Hêzên ser bi Asayîşa PDK’ê heqaret û bê mafî li dayikan kiribûn, lê dayika dawî li çalakiya xwe ne anîn. Bi gotina 'Berxwedan jiyane' bersiv dan hêzên asayîşê. Çalakiya dayikan bi îradeyek xurt dewam dike.
 
Herwiha Asayîşa PDK’ê destûr nade tu kes ji wargehê serdana dayikan bikin. Dayik li ber germahiyê rojê di nava çalakiyê de ne û asayîş rê nade bijîşk jî serdana dayikan bikin. Tîma tenduristiyê ya ku duh xwest rewşa dayikan kontrol bike ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû asteng kirin.