Şaredariya Silopiyê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
- 13:05 3 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Di bin pêşengiya Meclîsa Jinan a Şaredariya Silopî de, ji bo çopên ku li tax û parqan berhev bûne kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin.
Meclîsa Jinê ya Şaredariya Silopî ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo tax û parqên ku di nav çopan de ne starta kampanyaya paqijiyê da. Kampanyaya paqijiyê ku li taxa Cudî hat destpêkirin Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, gelek xebatkarên şaredariyê tevlî bûn û gelek welatî jî piştgirî dan.
Beriya paqijiya ku bê destpêkirin Hevşaredar Adalet axaftinek kurt kir û got ku ji bo bajarekî paqij divê hemû kes dest bidin hev kolan û kuçeyên xwe paqij bikin.
Piştî axaftinê, li taxa Cudî çopên ku berhev bûne hatin paqijkirin.