Şaredariya Silopiyê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin 2019-09-03 13:05:04   ŞIRNEX - Di bin pêşengiya Meclîsa Jinan a Şaredariya Silopî de, ji bo çopên ku li tax û parqan berhev bûne kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin.   Meclîsa Jinê ya Şaredariya Silopî ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  ji bo tax û parqên ku di nav çopan de ne starta kampanyaya paqijiyê da. Kampanyaya paqijiyê ku li taxa Cudî hat destpêkirin Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, gelek xebatkarên şaredariyê tevlî bûn û gelek welatî jî piştgirî dan.   Beriya paqijiya ku bê destpêkirin Hevşaredar Adalet axaftinek kurt kir û got ku ji bo bajarekî paqij divê hemû kes dest bidin hev kolan û kuçeyên xwe paqij bikin.   Piştî axaftinê, li taxa Cudî çopên ku berhev bûne hatin paqijkirin.