Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdinê ket roja xwe ya 15'an
- 13:33 2 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdinê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de bi tevlîbûna parlamenterên HDP'ê ya li Mêrdîn, Riha û Êlihê pêk hat.
Piştî wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de qeyûm tayinî şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan 15 roj in li kolanan bertekên xwe tînin ziman. Li Mêrdinê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de didome.
Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdinê bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdîn, Riha û Êlîhê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro jî li Parka Karayoluyê pêk hat. Polîsan dora parlamenter û rêveberan dorpêç kir û nehişt welatî tevlî çalakiyê bibin.
Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê ya Êlihê Necdet Îpekyuz axaftineke kurt kir û diyar kir ku dê têkoşîna xwe bi her avayî dê bidomînin.
Piştî axaftinan bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" heta li ber avahiya HDP'ê ya bajêr meş hat lidarxistin.