'Em ê pergala hevserokatiyê li her derê pêk bînin'
- 14:22 30 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Bi sedan jinî piştgirî dan çalakiya li dijî qeyûman a rûniştinê ya bi beşdarbûna parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyan û gel li Amedê di roja xwe ya 12'emîn de didome. Jinan di çalakiya rûniştinê de peyama 'Hevserokatî xeta me ya mor e' dan.
Çalakiya rûniştinê ya ku li dijî tayinkirina qeyûman a li bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 12'emîn de didome. Welatiyên ku li Kolana Lîseyê hatin gel hevdu dirûşmên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin,"Li dijî qeyûman yekîtî","Maf hiqûq HDP" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Feleknas Uca, Musa Farısogullari, Semra Guzel beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha îro Hevserokên Şaredariya Êlihê, Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîstan a Bindest (ESP), Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Azadiyê û Mirovan û hemû sazî û meclîsên jinan jî piştgirî dan çalakiyê.
Bi sedan jinî heta qada çalakiya rûniştinê ya Liseya Ziya Gokalp dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinan bi çepik û tililiyên xwe meşa xwe pêk anîn.
Di meşê de polîsan mudaxaleyî pankarta "Hevserokatî xeta me ya mor e" kirin û nehiştin jin pankartê hilgirin. Polîsan di heman demê de nehiştin rojnameger dîmen bikşînin.
Jin dema gihaştin hinda barîkatên polîsan pankarta xwe vekirin û derbasî qada çalakiya rûniştinê bûn.
'Ew ê hevserokatiyê qebûl bikin'
Endama DAKAP'ê Ayla Akat Ata di daxuyaniya ku di çalakiyê de hat dayin axivî. Aylayê got:"Ji bo em êrîşên li dijî destkeftiyên xwe bînin ziman em li qadan in. Em salan e li qadan têkoşîna wekheviyê didin. Ji bo em wekheviyê diparêzin em pergala hevserokatiyê diparêzin. Ew ê hevserokatiyê qebûl bikin. Tercîha gel tune dihesibînin. Lê em ê li berxwe bidin."
'Qayim pêkanîna serdema OHAL'ê ye'
Piştre Adalet Kaya axivî û got:"Qayima ku pêkanîna serdema OHAL'ê ye bû sedema texrîbatên mezin. 12 komeleyên jinan û komeleyek zarokan hatin girtin. Di wê serdemê de 52 malên jinan û stargeha jinan hatin girtin. Em dixwazin bînin ziman ku em li dijî vê zihniyeta talanker in. Nûnertiya wekhev em ê heta dawî biparêzin. Em ê pergala hevserokatiyê li her derê pêk bînin."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 dkyan pêk hat û çalakî bi dirûşmeyan hat bidawîkirin.