Li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin

  • 13:29 30 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Di serê sibehê de di encama serdegirtina malan de li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin.
 
Li Navçeya Maramarisa Muglayê û li Navçeya Odemiş, Menemen, Serferihisa  yên Îzmirê di serê sibehê de di encama serdegirtina malan de li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin. Di binçavkirinan de dest dan ser gelek pirtûk û alavên dîjîtal. 15 kesên hatin binçavkirin bi hinceta "Ji bo rêxistinê li ser piyan bisekinin û çalakiyên li kuçeyan bê duberekirin amadekarî kirine","Propagandaya rêxistinê" birin Muduriyetên Emniyetê yên navçe û bajaran.