Li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin 2019-08-30 13:29:12   ÎZMÎR - Di serê sibehê de di encama serdegirtina malan de li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin.   Li Navçeya Maramarisa Muglayê û li Navçeya Odemiş, Menemen, Serferihisa  yên Îzmirê di serê sibehê de di encama serdegirtina malan de li Îzmîr û Muglayê 15 kes hatin binçavkirin. Di binçavkirinan de dest dan ser gelek pirtûk û alavên dîjîtal. 15 kesên hatin binçavkirin bi hinceta "Ji bo rêxistinê li ser piyan bisekinin û çalakiyên li kuçeyan bê duberekirin amadekarî kirine","Propagandaya rêxistinê" birin Muduriyetên Emniyetê yên navçe û bajaran.