Li Qamişloyê têkoşerên meha tebaxê hatin bibîranîn
- 09:13 30 Tebax 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan bi merasimek girseyî têkoşerên azadiyê ya meha tebaxê hatin bibîranîn.
Bi armanca şehîdên meha tebaxê bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şêhîdan têkoşerên azadiyê li Qamişloyê li Goristana Delîl Saruxan hatin bibîranîn. Bi tevlîbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratî û Malbatên Şêhîdan merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şêhîdan Mihyedîn Hesen ji malbatên têkoşerên azadiyê re sersaxî xwest û got: "Li hember hemû êrîşan dayik û bavên têkoşerên azadiyê li ser piyan in."
Mihyedîn bal kişand ser deskeftiyên têkoşerên azadiyê û wiha got: "Deskeftiyên ku îro me bi dest xist bi saya têkoşerên azadiyê bû. Divê ku em xwediyê xwîna zarokên xwe derkevin û li ser şopa wan li pê heqiqetê bimeşin. Îro em bi saya têkoşerên azadiyê bûn hêz. Li hember hemû êrîşan dayik û bavên têkoşerên azadiyê li ser piyan in û deskeftiyên zarokên xwe diparêzin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya têkoşerên azadiyê bin."
Piştî axaftinan nasnameyên têkoşerên meha tebaxê hat xwendin.