38 kesê li Wanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
- 08:30 27 Tebax 2019
- Rojane
WAN - 38 kesê ku li dijî qeyuman beşdarî çalakiyên protestoyê bûbûn û hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 38 kesê serbest hatin berdan ew ê ji mehê carekê îmze biavêjin û derketina derveyî welat ji wan re hat qedexekirin.
Di 19'ê Tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Li dijî tayinkirina qeyûman 38 kesê ku derketibûn qadan hatibûn binçavkirin û piştî karê wan ên li emniyetê sewqî Edliyeya Wanê hatibûn kirin. 38 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 38 kesê serbest hatin berdan ew ê ji mehê carekê îmze biavêjin û derketina derveyî welat ji wan re hat qedexekirin.