38 kesê li Wanê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2019-08-27 08:30:10   WAN - 38 kesê ku li dijî qeyuman beşdarî çalakiyên protestoyê bûbûn û hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 38 kesê serbest hatin berdan ew ê ji mehê carekê îmze biavêjin û derketina derveyî welat ji wan re hat qedexekirin.    Di 19'ê Tebaxê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Li dijî tayinkirina qeyûman 38 kesê ku derketibûn qadan hatibûn binçavkirin û piştî karê wan ên li emniyetê sewqî Edliyeya Wanê hatibûn kirin. 38 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 38 kesê serbest hatin berdan ew ê ji mehê carekê îmze biavêjin û derketina derveyî welat ji wan re hat qedexekirin.