Jinên siyasetmedar: Hewcehî bi çareseriyeke aştiyane heye
- 14:08 25 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê bi daxuyaniyek ku dan çapemeniyê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe, nîşan dan.
Di çarçoveya hemleya tevgera Kongreya Star a bi dirûşema "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe",ku li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê tebaxê de da destpêkirin, bi dehan ji jinên partiyên siyasî; Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li qada jina azad daxuyanîyek dan çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Endama rêveberiya meclisa PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hat xwendinin. Daxuyanî wiha ye: "Di demeke ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek aram û azad de dijîn, dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixê û êrîş dike. Dewletq tirk bi vê helwesta xwe dixwaze ji bo xwe zemîna herêma ewle ava bike û herêmê dagir bike. Armanca van gefan têkbirina aramî, ewlehî û hilweşandina pergala demokratîk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku êdî bûye modela hevjiyana azad û wekhev.
Em bang li qada navenereweyî dikin
Bangawaziya me ji raya giştî ya cîhanê, Netewyên Yekbûyî, raya giştî ya Sûriyê û hêzên Koalisyona Navneteweyî re heye ku li rex gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û li dijî êrîşîn dewleta tirk tedbîran bigrin. Divê ku civaka naveneteweyî hewl bide ku guftogoyên siyasî bi beşdarbûna hemû hêzên civakî û siyasî yên li Sûriyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê, pêş bikevin.
Gefên dewleta tirk bandora neyînî li aramiyê dikin
Gefên dewleta tirk li ser herêmê wê aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin. Her wiha wê aloziya Sûriyê tevlIhevtir bike û rê bide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû êrîşan re bên vekirin. Ev gef ne tenê netewekî ango siyasetekê hedef digrin, armanc dagirkirina tevahiya sûriyeyê ye. Di vê qonaxê de li şûna pevçûn û şer hewce ye ku çareseriyek aştiyê û demokratîk were dîtin. Em bang li malbatên xwe û hemû jinên azad ên cîhanê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û li hember gefên Tirkiyê yên li dijî heremên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin rawestin."
Daxuyanî bi dirûşma "Ji dagirkeriyê re na", "Jin jiyan azadî", bi dawî bû.