Jinên siyasetmedar: Hewcehî bi çareseriyeke aştiyane heye 2019-08-25 14:08:26   KOBANÊ - Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê bi daxuyaniyek ku dan çapemeniyê  li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe, nîşan dan.   Di çarçoveya hemleya tevgera  Kongreya Star  a bi dirûşema "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe",ku li dijî êrîş û gefên dewleta tirk  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê  tebaxê de da destpêkirin, bi  dehan ji jinên partiyên siyasî; Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li qada jina azad daxuyanîyek dan çapemeniyê.   Daxuyanî ji aliyê Endama rêveberiya meclisa PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hat xwendinin. Daxuyanî wiha ye: "Di demeke ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek aram û azad de dijîn, dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixê û êrîş dike. Dewletq tirk bi vê helwesta xwe dixwaze ji bo xwe zemîna herêma ewle ava bike û herêmê dagir bike.   Armanca van gefan têkbirina aramî, ewlehî û hilweşandina pergala demokratîk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku êdî bûye modela hevjiyana azad û wekhev.   Em bang li qada navenereweyî dikin   Bangawaziya me ji raya giştî ya cîhanê, Netewyên Yekbûyî, raya giştî ya Sûriyê û hêzên Koalisyona Navneteweyî  re heye ku li rex gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û li dijî êrîşîn dewleta tirk tedbîran bigrin. Divê ku civaka naveneteweyî hewl bide ku guftogoyên siyasî bi beşdarbûna hemû hêzên civakî û siyasî yên li Sûriyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê, pêş bikevin.    Gefên dewleta tirk bandora neyînî li aramiyê dikin   Gefên dewleta tirk li ser herêmê wê aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin. Her wiha wê aloziya Sûriyê tevlIhevtir bike û rê bide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji hemû êrîşan re bên vekirin. Ev gef ne tenê netewekî ango siyasetekê hedef digrin, armanc dagirkirina tevahiya sûriyeyê ye. Di vê qonaxê de li şûna pevçûn û şer hewce ye ku çareseriyek aştiyê û demokratîk were dîtin. Em bang li malbatên xwe û hemû jinên azad ên cîhanê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û li hember gefên Tirkiyê yên li dijî heremên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin rawestin."   Daxuyanî bi dirûşma "Ji dagirkeriyê re na", "Jin jiyan azadî", bi dawî bû.