Çalkiyên dengderxistinê yên li dijî qeyûman berdewam kirin

  • 10:16 25 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî qeyûman li gelek navendan çalakiyên dengderxistinê û vemirandina lampeyan hatin kriin. Gel peyama xwe ya ku qeyûman naxwazin dubare kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya xwe ya dengderxistinê û vemirandina lampeyan ya li dijî qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Mêrdînê û Wanê hatin kirin duh êvarê jî berdewam kir. Welatî her roj êvarê saet di 20.00'an de qeyûman şermezar dikin. 
 
Di çarçoveya çalakiya dengderxistinê de duh êvarê li navçeyên navendî Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê li dijî tayînkirina qeyûman  çalakiya dengderxistinê di roja 3'yemîn de berdewam kir. 
 
Li Sûrê çalakî
 
Li navçeya dîrokî ya Sûrê parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Saliha Aydeniz, Garo Paylan, rêveberên HDP’ê jî di nav degellek welatî li taxên navçeyê belav bûn û çalakî pêk anîn. Kom bi kom li kolan û kuçeyên taxan geriyan û li fîrfîrikan dan û li derabeyan dan û deng derxistin. Welatiyan bênavber dirûşmên “Amed ya me ye”, “Amed ranekeve xwedî li vîna xwe derkeve” û “Qeyûmê AKP’ê ji şaredariyê bicihime” berz kirin. Her wiha li ser kolana Melîk Ahmedê jî hin welatiyan li fîrfîrikê xistin û hin ajokaran jî li qornayên wesayîtên xwe dan û deng derxistin. 
 
Li taxên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê jî welatiyan li şaneşîn û hewşên malên xwe li teyfik û beroşan xistin û deng derxistin. Her wiha welatiyan lembeyên malên xwe jî temirandin û pêxistin. Welatiyan dirûşme berz kirin û pêkanînên li dijî vîna xwe şermezar kirin.
 
Çalakî li Şirnê jî hain berdewamkirin
 
Li navçeyên Şirnexê Cizîr û Sîlopiyê  çalakiya dengderxisitnê hat lidarxistin. Li Cizîrê gelek weatiyên ku derketin şaneşînan û li dijî qeyûm bi beroş û teyfikên di destên xwe de çalakî pêk anînin û li gelek deverên bajêr jî lampe hatin pêxisitn û vemirandin. 
 
Herwiha li Sîlopiyê jî li gelek devera ngel li dijî qeyûman çalakiya dengderxistinê li dar xist. 
 
Li Wanê polîs êrîşî dawetê kir
 
Li Wanê jî çalakiyên cur bi cûr yên dengderxistinê hatin kirin. Lê i kolanan meş jî aht lidarxistin û agirbaz jî hatin firandin. Polîsan li taxa karşiyakayê bi bombeya gazê êrîşî dawetê kir. Di encamê de gelek jin û zarok neyînî bi bandor bûn û xwediyên dawetê bertek nîşanî polîsan dan.