Li dijî êrîşan Kongreya Star daxuyanî da

  • 14:33 24 Tebax 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta tirk û kiryarên derheqê şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê, jinên Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî dan. 
 
Bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta tirk û kiryarên derheqê şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê, jinên Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî dan.  Têkildarî mijarê rêxistina Kongreya Star bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civakî li herêma Şehbayê bertek nîşan dan û helwesta dewleta tirkbi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.    
 
Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Şehbayê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Mûna Elî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Li ser navê Tevgera Kongreya Star û hemû jinên xwedî vîna azad,  bi bilindahiya deng û qêrîna jinê em nêzîkatî, şêwazên dewleta tirk û hevalbendên wê  yên hovane li dijî mirovahiyê û vîna gelan şermezar dikin.
 
Dewleta Tirk her car qaşo banga demokrasî û aştiyê dike, lê eger mirov baş di hindirê dewletê de binêrê mirov dikarê bêjê ku dengê gelan nayê pejrandin û fetisî ma ye. Di hindirê dewleta tirk de her roj kuştin, êrîş û binçavkirin tê kirin. Ev yek dide diyarkirin ku zihniyeta sîstema desthilatdar li ser vîna  gelan tê ferzkirin. Şêwazên tunekirinê dihêlê ku mirovên di Tirkiyê de dijîn bê deng bimînin û di nava metirsiyê de bijîn . Desteserkirina şaredariyên gel ne ehlaqî ye. Em weke Tevgera Kongra Star ya Herêma Şehbayê piştgiriya berxwedana gel li Bakurê Kurdistanê dikin û bi taybet berxwedana jinê ya li dijî faşîzmê. Em bêdengiya navnetewî şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên mirovahiyê re ew e ku rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk were girtin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên"Bijî Serok Apo","Berxwedan jiyan e"  bi dawî bû.