Li dijî êrîşan Kongreya Star daxuyanî da 2019-08-24 14:33:10   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta tirk û kiryarên derheqê şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê, jinên Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî dan.    Bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta tirk û kiryarên derheqê şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê, jinên Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî dan.  Têkildarî mijarê rêxistina Kongreya Star bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civakî li herêma Şehbayê bertek nîşan dan û helwesta dewleta tirkbi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.       Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Şehbayê hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Mûna Elî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Li ser navê Tevgera Kongreya Star û hemû jinên xwedî vîna azad,  bi bilindahiya deng û qêrîna jinê em nêzîkatî, şêwazên dewleta tirk û hevalbendên wê  yên hovane li dijî mirovahiyê û vîna gelan şermezar dikin.   Dewleta Tirk her car qaşo banga demokrasî û aştiyê dike, lê eger mirov baş di hindirê dewletê de binêrê mirov dikarê bêjê ku dengê gelan nayê pejrandin û fetisî ma ye. Di hindirê dewleta tirk de her roj kuştin, êrîş û binçavkirin tê kirin. Ev yek dide diyarkirin ku zihniyeta sîstema desthilatdar li ser vîna  gelan tê ferzkirin. Şêwazên tunekirinê dihêlê ku mirovên di Tirkiyê de dijîn bê deng bimînin û di nava metirsiyê de bijîn . Desteserkirina şaredariyên gel ne ehlaqî ye. Em weke Tevgera Kongra Star ya Herêma Şehbayê piştgiriya berxwedana gel li Bakurê Kurdistanê dikin û bi taybet berxwedana jinê ya li dijî faşîzmê. Em bêdengiya navnetewî şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên mirovahiyê re ew e ku rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk were girtin."   Daxuyanî bi dirûşmên"Bijî Serok Apo","Berxwedan jiyan e"  bi dawî bû.