Dema binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin

  • 15:39 23 Tebax 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Dema binçavkirina rojnamegerên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qeyûman li Mêrdînê dişopandin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin. 
 
Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 20'ê Tebaxê de çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirin qeyûm hatibûn lidarxistin. Nûçegîhana me Rojda Aydin, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç û rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ku dema çalakî dişpandin hatin binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin. 
 
Rojnamegerên ku bi lêdanê hatin binçavkirin, lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin, 4 roj bûn li Mudiriyeta TEMÊ'ê ya Mêrdînê tên girtin.