Dema binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin 2019-08-23 15:39:59   MÊRDÎN - Dema binçavkirina rojnamegerên ku çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî qeyûman li Mêrdînê dişopandin ji bo 4 rojan hat dirêjkirin.    Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 20'ê Tebaxê de çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirin qeyûm hatibûn lidarxistin. Nûçegîhana me Rojda Aydin, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Oruç û rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ku dema çalakî dişpandin hatin binçavkirin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Rojnamegerên ku bi lêdanê hatin binçavkirin, lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin, 4 roj bûn li Mudiriyeta TEMÊ'ê ya Mêrdînê tên girtin.