Li Wanê çalakiya rûniştinê dest pê kir

  • 15:28 23 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê çalakiyên şermezarkirinê ya li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê didomin. Îro li Wanê HDP'yî li Cadeya Cumhuriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Çalakiya şermezarkirinê ya bi minasebeta tayînkirina qeyûman hat destpêkirin 5 roj in li Amed, Wan û Merdinê didomin. Welatî û HDP'yî li ber avahiya şaredariyê û li kolanan li gel astengî û mudaxaleyên tund ên polîsan çalakiyên xwe bê navber didomînin. 
 
Li Wanê jî çalakiyên şermezarkirinê bê navber didomin. Her wiha serdanên sazî û dezgehên rêxistinên sivîl jî ya ji bo HDP'ê jî didomin. Welatî, parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveberên HDP'ê îro dîsa li Cadeya Cumhuriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Her wiha parlamenter Erdal Aydemîr, Şevîn Coşkun, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Fatma Kurtulan, Saît Dede û hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci û her wiha hevserokên bajêr Ûmît Dede û Yadişen Karabulak tevlî çalakiyê bûn. 
 
Her wiha polîsan nehişt ku çapemenî nêzî çalakiya rûniştinê bibin.