Li Îzmîrê gelek parêzer hatin binçavkirin

  • 13:18 22 Tebax 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Daxuyaniya ku wê li ber Edliyeya Îzmîrê ji aliyê parêzerên ÇHD û OHD'ê ve bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. 
 
Li Îzmîrê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û Komeleya Hiquqnasên Azad(OHD), bi armanca ku tayînkirina qeyûman li ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin xwestin li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsên ku xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, bêyî ku daxuyanî bêdayîn polîsan êrîşî parêzeran kir û binçavkirin  
 
Hat ragihandin ku di nav kesên hatin binçavkirin de rojnameger Otay Înce jî heye.