Li Îzmîrê gelek parêzer hatin binçavkirin 2019-08-22 13:18:07   ÎZMÎR - Daxuyaniya ku wê li ber Edliyeya Îzmîrê ji aliyê parêzerên ÇHD û OHD'ê ve bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Li Îzmîrê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û Komeleya Hiquqnasên Azad(OHD), bi armanca ku tayînkirina qeyûman li ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin xwestin li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsên ku xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, bêyî ku daxuyanî bêdayîn polîsan êrîşî parêzeran kir û binçavkirin     Hat ragihandin ku di nav kesên hatin binçavkirin de rojnameger Otay Înce jî heye.