Lı Amed û Edeneyê çalakiya dengderxistinê

  • 10:59 21 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Li dîjî tayînkirina qeyûman a li ser 3 şarerdariyan, gelê Amedê duh çalakiya dengderxisinê li dar xit.
 
Çalakiyên şermezarkirina li dijî tayînkirina qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mezin a  Amedê, Wan û Mêrdînê berdewam dikin. Li Amedê bê navber heta êvarê çalakî hatin lidarixistin û êvarê jî wleatiyan li mal û li kargehên xwe çalakiya dengderxistinê pêk anîn.
 
Welatiyên ku li ser banga HDP'ê saet di 20.00'an de derketin ber derî û paceyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin.  Herwiha welatiyên ku qeyûm şermezar kirin li beroş û hesinê balkonên xwe dan û deng derxistin. 
 
Li Edeneyê jî çalakî
 
Herwiha li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li taxa Gulbahçeyê welatiyên ku li hev kom bûn  bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî qeyûman dan.