Lı Amed û Edeneyê çalakiya dengderxistinê 2019-08-21 10:59:36   AMED - Li dîjî tayînkirina qeyûman a li ser 3 şarerdariyan, gelê Amedê duh çalakiya dengderxisinê li dar xit.   Çalakiyên şermezarkirina li dijî tayînkirina qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mezin a  Amedê, Wan û Mêrdînê berdewam dikin. Li Amedê bê navber heta êvarê çalakî hatin lidarixistin û êvarê jî wleatiyan li mal û li kargehên xwe çalakiya dengderxistinê pêk anîn.   Welatiyên ku li ser banga HDP'ê saet di 20.00'an de derketin ber derî û paceyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin.  Herwiha welatiyên ku qeyûm şermezar kirin li beroş û hesinê balkonên xwe dan û deng derxistin.    Li Edeneyê jî çalakî   Herwiha li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li taxa Gulbahçeyê welatiyên ku li hev kom bûn  bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî qeyûman dan.