ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 21 Tebax 2019
- Rojev
*Jinên Kobanê yên ku di bin konê mertalê zindî de li dijî êrîşên dewleta tirk di çalakiyê de ne, derbarê desteserkirina şaredariyên Bakur de bertk nîşan dan û gotin: "Hikûmeta AKP'ê bi van kiryarên xwe herkîna jiyanê ji bo kurdan dide sekinandin. Vîna gelan wê li hember dewleta tirk li ber xwe bide." BI DÎMEN
* Jinan piştgirî dan banga aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi hevkariya parêzeran daxuyand û wiha gotin: “Em dixwazin azad û wekhev bijîn, em dixwazin nasname û zimanê me bê nasîn. Ji bo pisgirêka kurd çareser bibe divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bidomin û bikevin bin ewlehiyê.” BI DÎMEN
*Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger der barê nirxandina rewşa siyasî û sîstema di herêmê de wiha got: "Êrîşên dewleta Tirkiyeyê nexşeya netewa demokratîk û hevgirtina gelê herêmê hedef digirê, armanca Tirkiyeyê parçekirina axa Sûriyeyê ye." BI DÎMEN
*Fatma Bostan Unsal diyar kir ku wê polîtîka qeyûm bi ser nekeve û wiha got: “Ez vê dişibînim hilbijartinên Stenbolê. Di 31’ê Adarê de têk çû lê piştre hilbijartin di 23’ê hezîranê de dubare kir û têkçûnek mezin jiya. Ev jî wê bibe sedema têkçûneke bi vî rengî.”
*Salîha Aydenîz ya HDP’î diyar kir ku hikûmeta Tirk operasyona tunekirina destkeftî û dagirkirina axa kurdan dimeşîne û yekane çareserî yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd e. Salîhayê bang li gelê Kurd kir û bi lêv kir ku ancax bi yekitiya neteweyî dikarin polîtîkayên şer bidin sekinandin. BI DÎMEN