ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-21 09:00:00   *Jinên  Kobanê yên  ku di bin konê mertalê zindî de li dijî êrîşên dewleta tirk di çalakiyê de ne, derbarê desteserkirina şaredariyên Bakur de bertk nîşan dan û gotin: "Hikûmeta AKP'ê bi van kiryarên xwe herkîna jiyanê ji bo kurdan dide sekinandin.  Vîna gelan wê li hember dewleta tirk li ber xwe bide." BI DÎMEN   * Jinan piştgirî dan banga aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi hevkariya parêzeran daxuyand û wiha gotin: “Em dixwazin azad û wekhev bijîn, em dixwazin nasname û zimanê me bê nasîn. Ji bo pisgirêka kurd çareser bibe divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bidomin û bikevin bin ewlehiyê.” BI DÎMEN   *Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger der barê nirxandina rewşa siyasî û sîstema di herêmê de wiha got: "Êrîşên dewleta Tirkiyeyê nexşeya netewa demokratîk û hevgirtina gelê herêmê hedef digirê, armanca Tirkiyeyê parçekirina axa Sûriyeyê ye." BI DÎMEN   *Fatma Bostan Unsal diyar kir ku wê polîtîka qeyûm bi ser nekeve û wiha got: “Ez vê dişibînim hilbijartinên Stenbolê. Di 31’ê Adarê de têk çû lê piştre hilbijartin di 23’ê hezîranê de dubare kir û têkçûnek mezin jiya. Ev jî wê bibe sedema têkçûneke bi vî rengî.”    *Salîha Aydenîz ya HDP’î diyar kir ku hikûmeta Tirk operasyona tunekirina destkeftî û dagirkirina axa kurdan dimeşîne û yekane çareserî yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd e. Salîhayê bang li gelê Kurd kir û bi lêv kir ku ancax bi yekitiya neteweyî dikarin polîtîkayên şer bidin sekinandin. BI DÎMEN