Li Mêrdînê çalakî ji bo mehekê hatin qedexekirin
- 18:54 19 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê ji bo mehekê hemû çalakiyê ku bên kirin qedexe kir.
Li gel ku bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li ser Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê berdewam dikin, Walîtiya Mêrdînê ji bo mehekê li Mêrdînê hemû çalakî qedexe kirin.
Dê sibe daxuyaniyeke girseyî bê dayîn
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ku hat kirin, sibe saet di 11.00'an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê daxuyaniyeke girseyî bide.