Li Mêrdînê çalakî ji bo mehekê hatin qedexekirin 2019-08-19 18:54:47   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê ji bo mehekê hemû çalakiyê ku bên kirin qedexe kir.   Li gel ku bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li ser Şeredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê berdewam dikin,  Walîtiya Mêrdînê ji bo mehekê li Mêrdînê hemû çalakî qedexe kirin.    Dê sibe daxuyaniyeke girseyî bê dayîn   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ku hat kirin,  sibe saet di 11.00'an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê daxuyaniyeke girseyî bide.