Parastina sînor ji aliyê mertalên zindî ve berdewam e
- 18:42 19 Tebax 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ya bi dirûşmA "Em welatê xwe diparêzin” li Kantona Kobanê di roja 31'emîn de berdewam dike.
Li dijî gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên zindî 31 rojin bênavber çalakiya xwe li gundê Qeremux yê li rojhilatê Kobanê didomînin.
Îro jî endamên çand û hunera Baqî Xido, Kevana Zêrîn û şêniyên taxa şehîd Moro yên bajarê Kobanê nobet dewir girtin.