Parastina sînor ji aliyê mertalên zindî ve berdewam e 2019-08-19 18:42:44   KOBANÊ -  Çalakiya mertalên zindî ya bi dirûşmA "Em welatê xwe diparêzin” li Kantona Kobanê di roja 31'emîn de berdewam dike.   Li dijî gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mertalên zindî 31 rojin bênavber çalakiya xwe li gundê Qeremux yê li rojhilatê Kobanê didomînin.    Îro jî endamên çand û hunera Baqî Xido, Kevana  Zêrîn û şêniyên taxa şehîd Moro yên bajarê Kobanê  nobet dewir girtin.