Mêrdîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin
- 11:12 19 Tebax 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û li avahiyê lêgerîna polîsan hêj didome. Her wiha avahiya HDP'ê û gelek noqteyên bajar jî hatin dorpêçkirin.
Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di Hilbijartinê Herêmî ya 31'ê adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ferqeke mezin bi dest xist, hat kirin, gelek nokeyên bajar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin, didome û gelek TOMA û wesayîtên polîsan li hewşa şaredariyê hatin bicihkirin.
Derdora avahiya HDP'ê ya bajar jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û TOMA û gelek hêzên çevîk li derdora avahiyê hatine bicihkirin.