Mêrdîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin 2019-08-19 11:12:04   MÊRDÎN -  Avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û li avahiyê lêgerîna polîsan hêj didome. Her wiha avahiya HDP'ê û gelek noqteyên bajar jî hatin dorpêçkirin.    Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di Hilbijartinê Herêmî ya 31'ê adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ferqeke mezin bi dest xist,  hat kirin, gelek nokeyên bajar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin, didome û gelek TOMA û wesayîtên polîsan li hewşa şaredariyê hatin bicihkirin.    Derdora avahiya HDP'ê ya bajar jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û TOMA û gelek hêzên çevîk li derdora avahiyê hatine bicihkirin.