Kongreya Star li Taxa Eşrefiyê civîn li dar xist
- 10:37 18 Tebax 2019
- Rojane
HELEB - Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar.
Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar. Bi dehan şêniyên ji pêkhateyên ereb ên Taxa Eşrefiyê û Taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê başdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
Endama Koordinasiyona Kongreya Star Sîham Bilal nirxandin kir û wiha got: "Di şoreşa me de em banga wekheviya gelan dikin. Bi hezaran şehîdên me ji tevahî pêkhateyan di oxira azadiya gelan de hene. Em ê yekîtîya xwe bidomîn û bi bi yek destî li hember gef û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bisekinin. Çi pirsgirêk hebe em ê li ser axa xwe bi hev re çareser bikin."
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.