Kongreya Star li Taxa Eşrefiyê civîn li dar xist 2019-08-18 10:37:36   HELEB - Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar.   Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûd ji şêniyên Taxa Eşrefiyê yên ereb re civînek derbarê geşedanên dawî yên siyasî de li dar. Bi dehan şêniyên ji pêkhateyên ereb ên Taxa  Eşrefiyê û Taxa Şêxmeqsûd  ya bajarê Helebê başdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.   Endama Koordinasiyona Kongreya Star Sîham Bilal nirxandin kir û wiha got: "Di şoreşa me de em banga wekheviya  gelan dikin. Bi hezaran şehîdên me ji tevahî pêkhateyan di oxira azadiya gelan de hene.  Em ê yekîtîya xwe bidomîn û bi bi yek destî li hember gef û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bisekinin. Çi pirsgirêk hebe em ê li ser axa xwe bi hev re çareser bikin."   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.