HDP bi boneya Cejna Qurbanê çû serdana malbatan

  • 16:27 11 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - HDP li Navçeyên Sûr, Yenişehir û Kayapinarê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana malbatan.
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Hevserokên HDP'ê li Navçeyên Sûr, Yenişehir û Kayapinarê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana malbatên xizmên wan di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji xeynî parlamenteran Rêvebirên HDP'ê yên navçe û bajaran, endamên meclîsên şaredariyê, (MEBYA-DER) û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî beşdarî serdana ji bo malbatan bûn. 
 
Heyeta ku cejna malbatan pîroz kir bi eleqeya gel a mezin rû bi rû man. Malbatan xwestin ku ev cejin bibe sedema azadî û aştiyê. 
 
Dê serdan heta saet 17.00'an dewam bike.