HDP bi boneya Cejna Qurbanê çû serdana malbatan 2019-08-11 16:27:08   AMED - HDP li Navçeyên Sûr, Yenişehir û Kayapinarê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana malbatan.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Remziye Tosun, Saliha Aydeniz, Hevserokên HDP'ê li Navçeyên Sûr, Yenişehir û Kayapinarê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana malbatên xizmên wan di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji xeynî parlamenteran Rêvebirên HDP'ê yên navçe û bajaran, endamên meclîsên şaredariyê, (MEBYA-DER) û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî beşdarî serdana ji bo malbatan bûn.    Heyeta ku cejna malbatan pîroz kir bi eleqeya gel a mezin rû bi rû man. Malbatan xwestin ku ev cejin bibe sedema azadî û aştiyê.    Dê serdan heta saet 17.00'an dewam bike.