ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 10 Tebax 2019
  • Rojev
*Xana Serçe ya dîrokî ya li gundê Durakbaşi ya Nisêbînê ye, demekê xana herî qerebalix bû û niha tenê çend xerabe li şûnê mane. Xana ku tê zanîn ji 12 Bedenî pêk tê, di roja îro de tenê bedenek wê li ser piyan maye. DÎMEN HEYE
 
*Gelê ku li Navçeya Şêrewa bi cih bûne nerazîbûnên xwe li hember gef û êrîşên dewleta tirk anîn ziman û wiha gotin: "Dijmin wê têk biçe, berxwedanê bi ser keve." DÎMEN HEYE
 
*Vê cejnê hêviya esnafan firotinek zêde û ya gel jî bereketa sofreyê bû. Lê mixabin di herdû kêliyan de jî hêvî bi ser neket. Esnafan gotin, krîza aborî cejin ji me stend. DÎMEN HEYE
 
*Li hember gefên dewleta Tirk Gelê bajarê Serêkaniyê amadekariyê pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikin û dibêjin:"Em ji dewleta Tirk natirsin, em ê Cejna Qurbanê pîroz bikin û em dixwazin êdî aşîtî pêk were."DÎMEN HEYE
 
*Girtiyên jin ên ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Amedê ya Jinan hatin kirin, diyar kirin ku 3 meh in rastî binpêkirinên mafan tên û got ji roja ewil de ji midûrê girtîgeh û dozger re daxwaznameyê dinivîsin lê pirsgirêkên wan nayê çareserkirin.
 
* Jinên li bajarê Qamişloyê ku ji bo Cejna Qurbanê amadekariyên xwe dikin, derbarê cejnê de axivîn û gotin: "Li gel gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser axa me, em dibêjin ku em ji pêkanînên dewleta tirk natirsin û em ê li gel hemû êrîşan cejna xwe pîroz bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Kampanyaya Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi daxuyaniyekê dest pê kir û hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girtin û gotin: "Bi destên jinên têkoşer û berxwedêr wê dagirkerî tek biçe." DÎMEN HEYE