ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-10 09:00:00   *Xana Serçe ya dîrokî ya li gundê Durakbaşi ya Nisêbînê ye, demekê xana herî qerebalix bû û niha tenê çend xerabe li şûnê mane. Xana ku tê zanîn ji 12 Bedenî pêk tê, di roja îro de tenê bedenek wê li ser piyan maye. DÎMEN HEYE   *Gelê ku li Navçeya Şêrewa bi cih bûne nerazîbûnên xwe li hember gef û êrîşên dewleta tirk anîn ziman û wiha gotin: "Dijmin wê têk biçe, berxwedanê bi ser keve." DÎMEN HEYE   *Vê cejnê hêviya esnafan firotinek zêde û ya gel jî bereketa sofreyê bû. Lê mixabin di herdû kêliyan de jî hêvî bi ser neket. Esnafan gotin, krîza aborî cejin ji me stend. DÎMEN HEYE   *Li hember gefên dewleta Tirk Gelê bajarê Serêkaniyê amadekariyê pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikin û dibêjin:"Em ji dewleta Tirk natirsin, em ê Cejna Qurbanê pîroz bikin û em dixwazin êdî aşîtî pêk were."DÎMEN HEYE   *Girtiyên jin ên ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Amedê ya Jinan hatin kirin, diyar kirin ku 3 meh in rastî binpêkirinên mafan tên û got ji roja ewil de ji midûrê girtîgeh û dozger re daxwaznameyê dinivîsin lê pirsgirêkên wan nayê çareserkirin.   * Jinên li bajarê Qamişloyê ku ji bo Cejna Qurbanê amadekariyên xwe dikin, derbarê cejnê de axivîn û gotin: "Li gel gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser axa me, em dibêjin ku em ji pêkanînên dewleta tirk natirsin û em ê li gel hemû êrîşan cejna xwe pîroz bikin." DÎMEN HEYE   *Kampanyaya Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi daxuyaniyekê dest pê kir û hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girtin û gotin: "Bi destên jinên têkoşer û berxwedêr wê dagirkerî tek biçe." DÎMEN HEYE