Li Mûşê bi ser avahiya HDP'ê de girtin
- 10:56 9 Tebax 2019
- Rojane
MÛŞ - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mûşê de girt. Polîsan bi ser mala hevserokên bajêr de jî girt û ew binçav kirin.
Polîsan li Mûşê serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan avêt ser mala Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Ferhat Çaki û Muhlîsê Karaguzel û ew binçav kirin. Kutbettîn Çelîk jî hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê bi ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Mûşê de jî girt û li vir lêgerîn pêk anîn. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê.